Rojane

Şebekeya qenalîzasyonê xitimî, gel koncalên fosseptîk kolan

Şebekeya qenalîzasyonê ya bi 2.5 milyon tl li Taxa Şahînler a navçeya Eyyubiyeyê hat xerckirin, ji ber şaş hat sazkirin, welatî neçar man ku ji xwe re koncalên fosseptîk bikolin. Ji herêmê bêhneke genî tê.

Nûçeyê bixwîne

Dozger 9 meh şûnde îdianameya rojnameger Çoban û Îlkan amade kir

Îdianameya der barê xebatkarên Rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK'ê hat Girtin, Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan de hat amadekirin. Îdianameya ku piştî 9 mehan şûnde hat amadekirin ji 3 rûpelan pêk tê û dê danişîna yekemîn di Cotmehê de be.

Nûçeyê bixwîne

'Ji dêvla dîwar, dibistan û ocaxên tenduristiyan çêbikin'

Welatiyên li gundên Çelê dijîn, anîn ziman ku li wî aliyê sînor xizmên wan hene û li hemberî dîwarê ku dê li ser sînor bê lêkirin bertek nîşan dan.

Nûçeyê bixwîne

‘Ger derfet hebe ez ê dev ji kar berdim û vegerim dibistanê'

Bi desptêkirina betlaneya dibistanan, bi hezaran zarok ji ber xizaniyê ji neçarî berê xwe didin nav zeviyan, atolyeyên pîşesazî û tekstîlan. Zarokê bi navê E.D. wiha got: "Heke firsend bê dayîn, ez ê niha dev ji kar berdim û vegerim dibistanê."

Nûçeyê bixwîne

Ji bo zarokên girtî tevlî meşa edaletê bû

Bavê Miraz ê 7 mehî yê 4 mahin tevî dayika xwe Gulistan girtî ne, Cengîz Zaza Akbaba, li Parka Demokrasî ya Maçkayê ji bo hemû zarokên girtî doza edaletê dike. Akbaba, got heta ku edalet cihê xwe nebîne ew ê li kuçeyan bin.

Nûçeyê bixwîne

Dadgehê heqareta ku 'Wekîlê kirasê bênamûsiyê li xwe kirine' li Demirtaş kirin, wek azadiya ramanê dît

6'emîn Dadgeha Asliye Hiquqê ya Amedê ji ber Şêwirmendê Serokomar Oktay Saral di hesabê twîtterê de heqaret li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş kiriye 9 hezar tazmînat li Saral birî. Dadgeha Bilind a Dîlokê biryara dadgehê xera kir û heqareta li Demîrtaş hatiye kirin wekî mafê azadiya ramanê pênase kir.

Nûçeyê bixwîne

Qeyûm nahêle esnaf dezgehên xwe vekin

Esnafên ku ji bo cejnê dezgehên xwe vekirin, rastî astengiya qeyûm hatin. Zabiteyan got fermana qeyûm e û esnafan ji ser Kolana Cûmhûriyetê rakir.

Nûçeyê bixwîne

Li Elkê wesayîta zirxî li wesayîteke sivîl qeliband: 3 kes birîndar bûn

Li Elkê wesayîta zirxî ya leşkeran li wesayîteke sivîl qeliband. 3 welatî birîndar bûn.

Nûçeyê bixwîne

Cenazeyê 5 welatiyên ku wesayîta zirxî li wan qeliband li Amedê hatin definkirin

Cenazeyê 5 welatiyên ku li Licê wesayîta zirxî ya polîsan li wan qeliband û jiyana xwe ji dest dan li Goristana Yenîkoyê bi girseyî hatin definkirin.

Nûçeyê bixwîne

Ciwanê ku leşkeran ew binçavkir, bi birîndarî hat dîtin

Leşkeran li gundê Beşîştê Osman Yalavûzê ku ji bo avdana baxçê xwe derketibû bi giranî birîndar kirin, pismamê wî Mesût Yalavûz jî binçav kiribûn û destê wî li pişt wî kelepçe kiribûn û li nav eraziyên herêmê gerandibû. Mesût Yalavûzê ê agahî jê nedihat girtin bi birîndarî hat dîtin.

Nûçeyê bixwîne

Rupel 201 / 830